.

.

Kurmancî

Çalakiya Helbest û Çirokan 2016

Di 20ê Gulanê de, Çalakiya Hüseyin Çelebi ya Helbest û Çîrokan a 24. dest pêdike! 
Ji bo çalakiya Hüseyin Çelebi ya em wek YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê) ji sala 1993yan
û vir de wek kevneşopiyekê lidardixin, serlêdan ji 20ê Gulanê û şûn de dest pêdike. Em ê heta 31ê Cotmeha 2016yan, helbest û çîrokên bi zaravayên Kurdî, Kurmancî, Kirmanckî û Soranî û zimanên Tirkî û Almanî helbest û çîrokan qebûl bikin. 

Weke hersal çalakî wê ji du beşan pêk were. Beşa yekemîn, pêvajoya di navbera 20ê Gulanê- 31ê Tebaxê de ye ku berhem tên qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de, berhem di çarçoveya şert û mercên li jêr hatine destnîşan kirin de, wê bigihije navnîşanên posteyê an jî e-mailê. Ev berhem, wê ji aliyê endamên jûriyê ve ku ji bo her ziman û zaravayî, cûda cûda hatine destnîşankirin, werin nirxandin. Beşa duyemîn beşa fînalê ye. Di 15ê Cotmeha 2016yan de, em ê li bajarê Almanyayê Kasselê, çalakiyekê li dar bixin û li wir encamên berhemên xelat wergirtine bi raya giştî re parve bikin. 
Bîranîna Hüseyin Çelebi 
Hevriyê me Hüseyin Çelebi yê li ser navê wî ev çalakî tê lidarxistin, di 1992yan de, di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bû. Di kesatiya rêberê me yê rûmetê Hüseyin Çelebi de, em kesên berxwedêr ên li Kurdistan an jî li cih û warekî cûda yê li cîhanê şehîd bûne, bi hurmet bibîr tînin. Bi taybetî di pêvajoyeke wiha de ku gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji guhertin û veguhertineke mezin re derbas dibin, bîranîna kesên mînak ên ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan kedeke mezin dane û di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane, xwedî girîngiyeke mezin e. Herwiha wek ciwanên Kurd û tevahiya ciwanên sosyalîst û demokratîk, em ê bibin şopînerên têkoşîna wan a ji bo mirovahiyê, herwiha em ê bibin şopînerên nirxên gerdûnî yên wan afirandine. 
Lêgerînvanên azadiyê, li dijî koledariyê, dîktatoriyê û nîjadperestiyê, berxwedaneke xwezayî dane û ew berxwedana heta roja me ya îro anîn. Xewna azadiyê ya hê jî me ronî dike, meşa azadiyê ya însanetiyê, têkoşîna şoreşa gelê Kurd, perspektîfên gerdûnîbûnê yên wan afirandine, rewabûna wan vedibêje hê jî... 
"Û li her cihê bêedaletî lê hebe, em ê li ber xwe bidin“
Dîroka însanetiyê, bi zext, çewisandin û bêedaletiyê, di bîra herkesî de maye. Lê, hertim têkoşîna berxwedana însanên bi biryardariyeke mezin ji bo azadiyê têdikoşin jî heye. Bîr û baweriya li hemberî azadiyê ya însanên heta îro jî têkoşîna xwe berdewam dikin, rê li ber modelên alternatîf ên civakê vedike. Tevgera azadiya Kurdan, weke di xebatên Huseyin Çelebi de xuya dike, bi nêrîna têkoşîneke enternasyonalîst, têkoşîna xwe dide berdewamkirin. 
Li Bakûr Xwerêveberin 
Berxwedana azadiya Kurdan, di mehên dawî de, tenê di çarçoveya qedexeyên derketina derve û serdegirtinan de, hat destgirtin. Lê ev rewş jî dibe sedem ku, karekterê erênî yê berxwedana li Bakûr, baş neyê fêmkirin. Sedema zextên ku dewleta Tirk li ser gelê kurd dide meşandin çiye gelo? Bersiva wê berbiçav e: Riya me ya ku ber xwerêveberinê ve diçe. Erdoğan hizir dike ku nirxên jê ditirse tenê li Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Lê li Bakûrê Kurdistanê jî, bîrdoziya rêbertiyê roj bi roj teşe digire, ekolojiya civakî, rizgariya jinê, nirxên demokrasiya bingehîn, êdî mayînde dibe. Li gel xemgîniya em ji bo şehîdan dijîn, em ruhê xwe yê bi çoş û şoreşger ê siberojan pêşwazî dike, divê winda nekin. Xweserî û xwerêveberin, ji bo pênasekirina berxwedana me ya çandî, bingeheke baş pêşkêş dike. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku kesên ji me re berhemên xwe bişînin, wê ruhê berxwedana li Bakûr bi me bide hîskirin. 
Baweriya xwe biherikîne der 
Em vê projeya rêbertiyê ya şoreşgerî, ji xwe re bikin bingeh...Şoreşa me ji bo çîhaneke baştirîn, têkoşînek e. Em bi çalakiya wêjeyî, dengê xwe tevli vê têkoşinê bikin ! 
Ji bo kesên dixwazin bi berhemên xwe tevli çalakiyê bibin, şert û mercên tevlêbûnê: 
Divê zimanê berheman Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî), Almanî û Tirkî be. 
Divê berhem, berî çalakiyê li ti cihî nehatibin weşandin. 
Kesên tevli çalakiyê dibin, di beşa helbestan de, herî zêde bi du, di beşa çîrokan de jî, herî zêde bi berhemekê dikarin tevlê bibin. 
Kesên tevli çalakiyê dibin, tevî nameyeke xwenasîn û navnîşana xwe, herî dereng heta 1ê Îlona 2016yan, divê berhemên xwe ji navnîşana li jêr re bişînin. Kesên ku derfetên wan hene, berhemên xwe bi riya e- postayê bişînin, wê baştir bibe. 
Xelata Juriyê ya taybet:
Medenî Ferho, Mahmut Önder
Endamên Desteya Hilbijêr: 
Di beşa helbestên kurmancî de: Îkram Balekanî, Aysel Avesta Aydin, Yeko Ardil 
Di beşa çîrokên kurmancî de: Fêrgîn Melîk Aykoç, Fevzi Özmen, Ali Husein Kerim 
Di beşa helbest û çîrokan a Kirmanckî de: Lerzan Jandil, Akman Gedik, Zana Azadî 
Di beşa helbest û çîrokan a Soranî de: Dilêr Akreyî, Pésrew Seyid Berzenci, Necîbe Qeredaxî 
Di beşa helbest û çîrokanan a almanî de: Emel Engintepe, Doktor Lokman Turgut 
Di beşa helbestên tirkî de: Zeynel Gül, Özlem Aydin Güzel, Çetin Oraner Di beşa çîrokan a tirkî de: Deniz Bilgin, Gönül Kaya, Ali Mahir Abdik.

Hûn dikarin berhemên xwe, bi riya poste an jî e-mailê ji me re bişînin.
Kurdisches Institut für Wissenschaft
(Calekiya Wêjeyî ya Huseyin Celebi)
Postfach 21 06
58021 Hagen/Deutschland
E-Mail:huseyin-celebi@yxkonline.de
info@yxkonline.de
TWITTER: @huseyincelebi91
BLOG: huseyin-celebi.blogspot.de

                                                                                                                                                                       

Çalakiya Helbest û Çirokan 2015

Çalakiya Helbest û Çirokan a Huseyîn Çelebî dest pê dike ! 23. Çalakiya Helbest û Çirokan a Huseyîn Çelebî di 15’ê Gulanê de dest pê dike ! Serlêdana ‘ ‘ Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ‘’ ,ku Ji sala 1993’an û vir ve ji aliyê YXK’ê ve (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê ) tê saz kirin , di 15’ê Gulanê de dest pê dike . Di çarçoveya çalakiya me de serlêdana helbest û çîrokên bi zaravayên kurdî kurmancî , kirmanckî û soranî û her wiha bi zimanê turkî , ermenîkî û elmanî dê heta 31’ê Tebaxê bê wergirtin . Ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî Rêhevalê me Huseyin Çelebî di sala 1992’an de li nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê şehît ket . Em bi vê çalakÎya xwe ya li ser navê serokê rûmetî yê YXK’ê Huseyîn Çelebî hemû tekoşerên me yên li Kurdistanê û deverên cihanê yên din li ber xwe dane û şehît ketine bi bîr tînin . Bi taybetî di vê pêvajoya gelên Kurdistanê û rojhilatê navîn guherînek pir xurt dijî de , bîranîna kesên ku ji bo tekoşîna azadiya gelan ked dane û ji bo wê canên xwe dane pir girîng e . Hemû destkeftîyên me yên ku me nuha bi dest xistine bi saya tekoşerên me ye , loma bîranîna tekoşerên me bi rêya çalakiyên wisa ji bo me rûmet û peywir e . Ji bo me, ciwanên Kurdistanê , yên sosyalit û demokrat , pir girîng e ku em bibin şopînerê tekoşîna wan a di hişê mirovahîyê de cih girtiye û nirxên gerdûnî yên ku wan afirandine .Dîroka mirovahîyê bi tekoşîna bindest ,kedxwarî û sitembarên ku bi rûmeta xwe û dilpakîya xwe têkoşîyane buhuriye . Lêgerên azadiyê li dij faşizmê , xulamkirinê û dîktatoriyê berxwedana xwe ya rewa heta îro meşandin . Di hemû beşên zanistê , hunerê , çandê û nirxên civakê de têkariyên wan hene Hêvîyên wan ên azadiyê hê jî meşa mirovahîyê ya ber bi azadiyê ve ronî dike ... Tekoşîna şoreşê ya gelên kurd perspektîfa nirxên gerdûnî ya ku wan afirandiye vedibêje . Ronesansa Kurdan Tekoşîna Şoreşê ya Kurdistanê tenê ne azadiya gel’ekî çewsandî û mafên wî hatine inkarkirin e , di heman demê de Ronesansa kurdî ye ku ji gelek aliyan ve veguherînên bingehîn ifade dike ! Hamleyek wisa ye ku hewl dide kevneperestiyê ji holê rake û nirxên mirovahîyê ji nû ve şîn bike . Ev bûnewerî ya ji nû ve herî zêde di hûnerê , çandê û beşên civakê yên din de xwe dide xuya kirin . Ji alîkî ve gelên kurd li dijî modernîteya kapîtalîst a têrnexwar bi zirxa civaka politik - exlaqî bi vîn dibe û ji alîkî din ve azadbûniya xwe bi rêya hunerê ve bi lêv dike . Hunera ji nû ve jidayikbûyinê li her çar perçeyên Kurdistanê , bi tekoşîna azadbûyînê ku bi têkariya gelên li kurdistanê bi hev re dijî der hatiye , tê afirandin . Divê em bi vê re tikilîdar mînaka şênber Şoreşa Rojava bi lêv bikin , ku li wir civaka Kurdan bi gelên din re adil , wekhev û mîna xwuşik û birayan dijîn . Şoreşa Rojava ne tenê tekoşîna polîtik , civakî , leşkerî û hişmendiye ku gihiştiye çil (40) salî ya xwe ye , her wiha ji bo hêviya aşîtiyê , azadiyê û jîyanek bi rûmet ya gelên erdinegariya Rojhilatê navîn , ku ji teref desthiladaran ve hatiye tevlihevkirin , minakek e. Bi vê re eleqedar em 23. Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî di 100. salvegera qirkirina ermeni û gelên mezopotamya de dîyarî gelê Ermeniyan dikin. Romana dawî lênehatî Pêvajoya azadbûyîna gelên Kurd û gelên li Kurdistanê romaneke azadiyê ye ku hê tê nivîsandin û bi hevokên nu ve tê dewlemend kirin . Jîyana şehîdên şoreşê ku ji gelên Kurdistanê û Rojhihlatê Navîn re bûye abîda azadiyê , bi tena serê xwe her yek jê destan e , helbest e , çîrok e . - Jixwe Meopotamya bahra lehengan e . Bi carekê ve gelek nav tê li ser zimanê me û teqez dê kêm bimînin bi hezaran nav ... Mahir , Birahîm , Deniz , Mazlûm , Kemal , Huseyîn , Engîn , Zilan , Apê Mûsa , Leyla Qasim , Sara, Rojbîn , Ronahî ... Bandora navê her yekî / yekê ya kûr a li ser hişê me , ifadeya gel’ekî ye . Rengekî din : Ermenîkî Çalakiya Helbest û Çirokan a Huseyîn Çelebî ku em îsal a 23. saz dikin , veguherî platforma azadbuyîna gel’ekî û yên mil daninê , herwiha veguherî platforma pêşandina berhemên hunerî . Ev çalakiya kû ji teref girtiyên azadiyê û şoreşgerên di gelek qadan de têdikoşin ve rastî eleqeyek mezin tê , veguheri xebatek dûvdirêj û dibistaneke fireh û mezin . Sala par 485 berhem beşdarî çalakiya me bûn . Em îsal cûdahiya rengên xwe pirtir dikin : Êdî berhemên ermenîkî jî dê di çalakiya me ya wêjeyî de cih bigrin . Di serî de li Elmanya û li dewletên Ewropa (helbet Turkiye) û li gelek deverên cihanê yên din netewdewletên kapitalist polîtikayên xwe yên yekperestî û zorkerî zêde dikin , lê belê em têkoşîna xwe rengîn dikin . Me ji xwe re kiriye armanc ku , di salên dehatû de vê rengîniyê bêhtîr zêde bikin . Mercên Beşdarbûnê 23. Çalakiya Helbest û Çirokan a Huseyîn Çelebî wekî her sal dê ji du beşan pêk were . Beşa yekem pejirandina helbestan e ku dê ji 15’ê Gulanê heta 31’ê Tebaxê bidome . Di ve pêvajoyê de divê berhem di çarçoveya mercên ku me li jêrê diyarkiriye de , bi rêya navnîşana postê an jî e – postê bigihêjin me . Ev berhem dê ji teref juriyên ku ji bo her zimanekî cihê cihê pêkhatine were nirxandin . Beşa duyem , çalakiya fînalê ye . Di 17’ê Cotmeha 2015 de li bajarê Dortmund’ê yê Elmayna’yê bi rêya çalakiyekê em ê berhemên ku li pileya jorîn cih girtin ,bi rayagiştî re par vebikin . Ji bo kesên ku dixwazin berhemên xwe bişînîn çalakiya me mercên beşdarbûyînê : Divê zimanê berheman bi kurdî ( kurmancî, kirmanckî , soranî ) , elmanî , ermenîkî an jî turkî be . Divê berhem berê li ti derên din nehatibin weşandin . Beşdarvan dikarin di beşa helbestan de bi du(2) helbestan û di beşa çîrokan de bi çîrokekê (1) beşdar bibin . Divê beşdarvan bi berhemên xwe re kurtejîyana xwe û navnîşana xwe ,li ser kaxizeke sipî û bi nivîseke pak , herî dereng heta 31’e Tebax a 2015 ‘ an bişînîn navnîşanên jêrîn . Beşdarvanên ku derfetên wan hebin , bila bi rêya e-postê berhemên xwe bişînin . Endamên Lijneya Bijêr Di Beşa Helbestên Kurdî de : Fatma Savci, Rênas Jiyan, Medeni Ferho Di Beşa Çîrokên Kurdî de : Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr, Mazhar Roj Di Beşa helbest û Çîrokên Kirmanckî de : Deniz Gunduz , Haydar Diljen , Ihsan Espar Di beşa Helbest û Çîrokên Soranî de : Xêrî Şengalî, Mansour Teyfori De beşa helbest û Çîrokên Elmanî de : Fatima Moumouni û xwendekarên YXK Di Beşa Hlbest û Çîrokên Ermenîkî de : Dr. Vazrig Bazil, Aris Nalci Pakrat Estukyan Di Beşa Helbestên Turkî de : Hicri Izgoren, Şükrü Erbaş, Sezai Sarioglu Di Beşa Çîrokên Turkî de : Gunay Aslan, Güler Yildiz,İrfan Aktan Hun dikarin berhemên xwe bi rêya postê an jî e- postê bişînin navnîşanên jêrîn : Navnîşana Postê Çalakiya Edebiyat - Edebiyatetkinligi Postfach Postfach 10 03 10 44003 Dortmund-Almanya E-Posta : huseyin-celebi@yxkonline.de Ji bo Agahiyên Berfirehtir : info@yxkonline.de